• Tuesday, 24 February 2026
logo

Şaciwana Ukraynayê bo welatê xwe daxwaza alîkariyê dike

Şaciwana Ukraynayê bo welatê xwe daxwaza alîkariyê dike

Şaciwana Ukraynayê ya sala 2018ê Veronika Didusenko piştî ji tirsa şer û pevçûnan ji Kievê reviya, niha li Los Angelesa Amerîkayê ye û daxwazê ji civaka navdewletî dike ku di şerê dijî Rûsyayê de hevkariya welatê wê bikin.

Zengila hişyariya

Veronika Didusenko di civîneke çapemeniyê de ragihand ku niha jî dengê zengila hişyariya ji êrîşên esmanî yên firokeyên Rûsî di guhên wê de lê dide.

Veronika dayîka zarokekî heft salî ye, ew û kurê xwe bi rêya Moldova, ji wê derê bo Swîsreyê û xwe gihandine Amerîkayê.

Daxwaza alîkariyên pêwîst

Veronika Didusenko bi rêya medyayê daxwaz dike ku alîkariyên pêwîst bo penaberên Ukraynayê bên komkirin û çek jî bo Ukraynayê bên dayîn daku şerê Rûsyayê bike.

Şaciwana Berê ya Ukraynayê Veronika Didusenko, dibêje, “Gelekî sehmnak bû, ji ber gelek zarok û dayîkên wan hewl didan birevin û bighin ser sînor. Sê çar roj çûna bê rawestand dixwazî heta bigihî wê derê. Lê heta me sînor jî derbas dikir, ez û kurê xwe hê jî zengilê hişyariyê di guhên me de lê dida. Hê jî dengê teqîn û roketan li guhê me dida. Çend hefte derbas bûn, zêdeyî 10 rojan pê çû heta hatin ser xwe û vegeriyan ser rewşa asayî.”

 

Rudaw

Top