Polîsê Hewlêrê: Xortek dema dixwast destdirêjî li keçekî bike hat kuştin
Li Hewlêrê xortek hat kuştin û polîs jî dibêje, wî xortî dixwast destdirêjî li keçekî bike.
Pêr bi şev li ser cadeya 150 Metrî ya Hewlêrê xortek di nav otomobîla xwe de hatibû kuştin.
Polîsê Hewlêrê li ser kuştina wî xortî ragehandiye, piştî lêkolîn û lêpirsînên pêwîst eşkere bû ku wî xortî dixwast destdirêjî li keçekî bike, wê keçkê jî ji pêşmergeyên ku nobedariya bankekê dikirin, alîkarî xwastibû. Ew jî çûbûn hewariya wê. Di demê de xort hewl dabû bireve lê bi teqeyan wan nobedaran hatibû kuştin.
Polîs daye zanîn jî, wan kesên ku ew xort kouştine, pêşmergeyên Zêrevaniyê ne û niha ji aliyê asayişê ve hatine girtin, ew keçik jî di bin çavdêriyê de ye.
Li gorî agahiyên polîs, navê wî xortê ku hatiye kuştin, Sadiq Ebdulxaliq Cemal bûye.
