Bajar bi bajar bernameya Newrozê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê Newroz dê îsal dê li 62 navendan bê pîrozkirin. Dirûşma Newrozê `Dem Dema Serkeftinê ye` û ahenga yekem dê li Bêşebabê be û roja 15ê Adarê agirê Newrozê tê vêxistin û fînal jî li Amedê dibe.
`Dem Dema Serkeftinê ye`
Bernameya Newroza 2022an li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê diyar bû. Li gor bernameya ku ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hatiye belavkirin, ahengên Newrozê îsal dê bi dirûşma `Dem Dema Serkeftinê ye` 29 jê bajar li 62 navendan birêve biçin û rojeva sereke jî `Azadî Ji Bo Ocalan` e.
Li gor bernameyê, roja 10ê Adarê li Amedê bi pêşengî û beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) û partiyên di nava Xebata Tifaqa Kurdistanî de dê deklarasyonek bê ragihandin.
Roja 11ê Adarê jî li Stenbolê bi pêşengiya HDK û HDPê û beşdarbûna partiyên çep, sosyalîst û rêxistinên demokratîk deklarasyonek dê bê ragihandin.
`Azadî Ji Bo Ocalan`
Her li gor daxuyaniyê, daxwaza ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dê rojeva sereke ya Newroza îsal be û tekezî dê li ser girîngiya yekîtiya netewî bê kirin û mijarên din ên wek `girtiyên nexweş, krîza aborî, hejarî` jî dê mijarên ahengên Newrozê bin.
Agirê Newrozê îsal dê pêşiyê li Bêşebaba Şirnexê bê vêxistin ku li quntara çiyayê Kato û nêzikî sînorê Başûrê Kurdistanê ye.
Beşdariya ji perçeyên din ên Kurdistanê, Ewropa û Rojhilata Navîn
Biryar e ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê û welatên Ewropa û Rojhilata Navîn jî gelek kesayet, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bên vexwandin.
Li gor bernameyê, ahengên Newrozê yên li Wan û Stenbolê roja 20 Adarê birêve diçin û fînala Newroz îsal jî li Amedê tê kirin.
Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Heveroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz, Berdevka HDPê Ebrû Gunay û parlementer dê beşdarî ahenda Newrozê ya li Bêşebabê bibin.
Hevberdevka HDKê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar û hunermend Koma Sorjiyan, Grup Vardiya, Huriye û Xero Abbas beşdarî ahenga Newrozê ya li Stenbolê dibin.
Fînal li Amedê ye
Hevberdevkê HDKê Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Îzmîrê dibin.
Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Bûldan, li ser navê Xebatên Tifaqa Kurdî Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetûllah Aşitî û hunermend Rojda, Azad Bedran, Servet Kocakaya, Kazo û Elenora beşdarî ahenga Newrozê ya li Amedê dibin ku dê 21ê Adarê birêve biçe.
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û hunermend Şerzad, Pinar Aydinlar, Lawje û Şiyar Berwarî jî 21ê Adarê beşdarî ahenga Newrozê ya li Cizîrê dibin.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê agirê Newrozê 29 jê bajar li 62 navendan tê vêxistin:
15 Adar
Bêşebab
17 Adar
Erdîş
19 Adar
Bismil, Çêrmûg, Hezro,
Dersim
Qereqoçan
Kerboran, Artûklû
Şirnex
Basa
Qileban
Pirsûs
Aydin Germencîk, Nazîllî û Soke
Gebze
Mêrsîn
Panos
Îdir
Mûş
Konya Cihanbeylî
20 Adar
Stenbol
Wan
Semsûr
Farqîn
Çinar
Erxenî
Dîlok
Êlih
Çewlig
Xarpêt
Meletî Yeşîlyûrt
Elbîstan
Dêrik
Qoser
Stewrê
Silopiya
Riha
Aydin
Kepez
Bodrûm
Îzmîr
Denîzlî
Manîsa
Balikesîr Bandirma û Ayvalik
Bûrsa
Çanakkale
Edîrne
Çorlû
Edene
Hatay Dortyol û Îskenderûn
Osmaniye
Eskîşehîr
Bazîd
Tetwan
Colemêrg
Kop
Konya Kûlû
Enqere
21 Adar
Amed
Nisêbîn
Sêrt
Cizîr
Hezex
Wêranşar
Ceyhan
Agirî
Erdexan
Tekman
Gever
Qers
Konya
Rudaw
