• Tuesday, 24 February 2026
logo

CHP: Di 19 salan de zêdeyî 7 hezar jin ji aliyê mêran hatin kuştin

CHP: Di 19 salan de zêdeyî 7 hezar jin ji aliyê mêran hatin kuştin

Li gor raporta binpêkirina mafên jinan a Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu di navbera salên 2002 û 2021ê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 7 hezar û 71 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Li Tirkiyê Binpêkirinên Mafên Jinan

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgin Tanrikulu bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê raporta xwe ya bi navê “Raporta li Tirkiyê Binpêkirinên Mafên Jinan” eşkere kir.

Sezgin Tanrikulu dibêje, ji sala 2002ê ve ku AKP bû desthilat û heta 2021ê li Tirkiyê herî kêm mafê 7 hezar û 71 jinan ê jiyanê hatiye binpêkirin.

Li gor raportê ligel ku newekheviya zayendî ya civakî di her qada jiyanê de berdewam e, li dijî vê yekê ti gav nehatine avêtin û yasaya rêgirtina tundûtijiya dijî jinan û parastina malbatê nehatiye cîbicî kirin.

Li gor raporta Tanrikulu di sala 2021ê de herî kêm 165 jin dema li ser karbûne mirine û herî kêm 339 jin jî ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Kuştinên ‘biguman’

Li gor raportê ji her 100 jinan tenê 17 jin di sektora kar de tomarkirî ne û rêjeya bê kariyê ji %51ê derbas kiriye û amaje bi wê yekê tê kirin ku di heyama Coronayê de li hemû welatên cîhanê ji %4.2 jinên ku kar dikirin û ji %3 jî mêrên ku kar dikirin kêm bûne.

Li Tirkiyê 9 salên dawî herî kêm hezar û 130 jin dema li ser kar bûn canê xwe ji dest dane û ji %98ê jinên kar dikin li sendîkayekê ne tomarkirî ne.

Di raportê de tê gotin ku di sala 2020ê de jinên trans jî di nav de herî kêm kuştina 213 jinan di çapemeniyê de wek “kuştinên biguman” hatine ragihandin.

 

Rudaw

Top