PKKê asayişa Silêmaniyê xapand û propagandeya xwe kir
PKKê asayişa Silêmaniyê xapand û di bin navê roja cîhanî ya jinan de kempêna derxistina navê PKKê ji lîsteya terorê da îmzekirin.
Duhî komek endam û alîgirên PKKê li devera Berdeqareman ya Silêmaniyê kom bûn û qaşo roja cîhanî ya jinan, ku 8 Adarê ye, pîroz kirin. Organîzatorên çalakiyê ji asayişa Silêmaniyê re gotibûn ewê tenê roja jinan pîroz bikin û ti çalakî û gotarekî siyasî pêşkêş nakin.
Lê li gorî agahiyên BasNewsê, organîzatorên wê çalakiyê asayişa Silêmaniyê xapandin û bi bilindkirina posterên Ocalan ew çalakî kirin çalakiya siyasî û propagandeya PKKê.
PKKê tîmeka çekdar jî li nav wê çalakiyê de bicîh kiribû ku eger asayişê destwerdan kir, bersiv bidin!
Her wiha organên veşartî yên PKKê xelkê bi zorê neçar kirin ku kempêna derxistina navê PKKê ji lîsteya terorê îmze bikin.
Basnews
