General Ebdulxaliq Telet: Dê qonaxeke din ya operasyonên hevbeş dest pê bike
Nûnerê wezaretên navxwe û Pêşmerge li fermandehiya operasyonên hevbeş yên Iraqê, general Ebdulxaliq Telet ragehand, qonaxeka din ya operasyonên hevbeş yên Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî DAIŞê dest pê dike.
General Ebdulxaliq Telet ji BasNewsê re got, civînên hevbeş yên şandên serbazî yên Kurdistan û Iraqê berdewam in. Çend qonaxên operasyonên hevbeş jî xilas bûne û dê qonaxeka din dest pê bike.
Ebdulxaliq Telet li ser hêzên hevbeş jî got, meşq û perwerdeya wan xilas bûye, tenê mûçeyê wan maye da ku li deverên Kurdistanî bên bicîhkirin.
Wî berpirsê serbazî da zanîn jî, operasyonên Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî DAIŞê dê berdewam bin û got, çalakiyên DAIŞê kêm bûne lê dîsa jî hêzên her du aliyan amade ne û li gelek cihan jî pir nêzîkî hev bicîh bûne, ev jî tiştekî baş e.
Basnews
