• Tuesday, 24 February 2026
logo

Putin: Operasyon dê berdewam bike

Putin: Operasyon dê berdewam bike

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser şerê li hember Ukraynayê axivî û tekez kir ku `operasyon`a wan dê berdewam bike.

Vladimir Putin got, “Operasyon dê berdewam bike. Rûs û Ukraynî yek gel in, ez ji biryara xwe venagerim.  Leşkerên me xwe feda dikin."

Vladimir Putin di roja 8emîn a êrişa bo ser Ukraynayê de got, “Rûsya û Ukrayna yek gel in” û ragihand, “Leşkerên Rûsya çeperên tund ên Ukrayna şikandine. Çekdarên kirêgirtî li Ukrayna xelkê sivîl kirine mertal. Artêşa Rûsya rêyên mirovî ji bo wan kesan vekiriye ku dixwazin ji navçeyên şer derkevin.”

Putin dibêje, “Artêşa Ukrayna çekên giran di nav cihên nîştecîbûnê de belav kirine” û li ser rewşa şer jî got, “ Pilana me li Ukrayna bi başî birêve diçe.”

Serokê Rûsyayê li ser rewşa xelkê sivîl û biyaniyên li Ukrayna jî got, “Zêdetirî hezar xwendekarên biyanî li Xarkîvê bi barimte hatibûn girtin” û herwiha diyar kir, “Putin: Gelê Rûsya şanaziyê bi artêşa xwe dike û piştgiriya wê dike. Em dê berevaniyê li welatê xwe bikin û Naziyên nû jinav bibin.”

Li aliyê din koçberiya xelkê Ukrayna ji ber şer berdewam e û peyamnêra Rûdawê ragihand, “Heya niha 640 hezar koçberên Ukraynî gihîştine Polenda. Îro 54 hezar Ukraynî koçberî Polenda bûn.”

Civîna duyem a şandên Ukrayna û Rûsya (Wêne: AFP)
Herwiha şandên Ukrayna û Rûsya li bajarê Brest ê Belarusê bo cara duyem civiyan û herdu aliyan li hev kir ku korîdoreke mirovî ji bo derketina sivîlan bê vekirin.

Şandên Ukrayna û Rûsya li bajarê Brest ê Belarusê civînek encam dan û endamekî şanda Ukrayna dibêje, ew li gel Rûsya negihîştine encamên çaverêkirî.

Lê wî endamê şanda Ukraynayê ragihand, di derbarê vekirina korîdoreke mirovî de, wan li hev kiriye û divê di dema derketina sivîlan de şer were rawestandin.

 

Rudaw

Top