• Tuesday, 24 February 2026
logo

Tirkiyê gundê Hirorê topbaran kir

Tirkiyê gundê Hirorê topbaran kir

Tirkiyê şeva borî gundê Hirorê li nahiya Kanî Masê ser bi parêzgeha Duhokê ve  topbaran kir.

Muxtarê gundê Hirorê Azad Edîb ji Rûdawê re ragihand, cara yekemîn e bi vî awayî nava gund topbaran dike û parçeyên topan li malên nişteciyên gund ketine.

Azad Edîb dibêje, ji êvarî duh ve Tirkiyê dest bi topbarankirina gund kir û heya nîvê şevê berdewam bû, ku 5 top di nava gund de ketine û yek ji wan li mala hemwelatiyekî ketiye xwarê.

Derbarê ziyanan de jî, Azad Edîb got, ti ziyaneke canî ya topbaranê nebû lê ziyan gihiştiye malên gundiyan.

Muxtarê gundê Hirorê herweha diyar kir ku ji ber topbaranê, tirs û dilgiranî li cem xelkê çêbûye.

Dema salekê ye Operasyona Tirkiyê li sînorê nahiya Kanî Masê destpê kiriye û di encamê de heya niha 5 gund hatine valakirin û hemwelatiyek şehîd bûye û 5 hemwelatiyên din jî birîndar bûne.

 

Rudaw

Top