• Tuesday, 24 February 2026
logo

Lavrov: Şerê cîhanê yê sêyem dê şerê atomî be

Lavrov: Şerê cîhanê yê sêyem dê şerê atomî be

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir: “Em ê nehêlin Ukrayna çekên atomî bidest bixe. Şerê Cîhanî yê Sêyem dê atomî û wêranker bibe.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja yekşemê biryar dabû ku Wezareta Berevaniyê hêzên xwe yên atomî têxe amadebeşiyê.

Di heftemîn roja êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di derbarê mijarê de daxuyanî da.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji ajansa TASS a Rûsyayê re axivî û got “Em ê rê nedin ku Ukrayna çekên atomî bidest bixe. Şerê Cîhanî yê Sêyem dê atomî û wêranker bibe.”

Li aliyê din Lavrov hebûna çekên atomî yên Amerîkayê li welatên Ewropayê rexne kir û got: “Hebûna çekên atomî yên Amerîkayê li hinek welatên Ewropayê ji bo Rûsyayê nayê qebûlkirin. Diviyabû ev çek ji zû de bo Amerîkayê bihatana vegerandin.”

 

Basnews

Top