• Tuesday, 24 February 2026
logo

Di kampên Rojavayê Kurdistanê de nêzîkî 100 Lubnanî hene

Di kampên Rojavayê Kurdistanê de nêzîkî 100 Lubnanî hene

Kesûkarên Lubnaniyên ku tevlî çekdarên DAIŞê bibûn û niha keç û kurên wan li nav kampên Rojavayê Kurdistanê ne, daxwaza vegerandina wan dikin.

Di nava malbatên DAIŞê de ku li kampên Rojavayê Kurdistanê dimînin, Lubnanî jî hene. Malbatên wan daxwaza vegera wan dikin.

Dayika Mihemed ku ji xelkê Tartûsa Lubnanê ye dibêje ev 3 salin ew li benda 3 neviyên xwe û dayika wane piştî ku 2 kurên wê di nava DAIŞê de hatine kuştin û malbatên wan jî li kampa Holê hatine bicihkirin.

Dapîra sê keçan li Kampa Holê Dayika Mihemed dibêje: “Min ji wan re odeyên xewê dirust kirine û ji xwe re dibêjim, îro wê bên. Ev sê sal in, ez çaverê me. Ji cilûbergên nû û ji xwarina xweş bêbehr mane. Ji bilî herdu kurên min tiştekî min nebû, lê ew mirin. Tiştê ez dixwazim ew e ku, ew jin û keçên xwe vegerin bi min re bijîn.”

Hejmarek ji malbatên jin û zarokên çekdarên DAIŞê, ku li kampên Hol û Roj in, li Rojavayê Kurdistanê, dengê xwe digihînin berpirsên hikûmeta Lubnanê ji bo çareyekê ji wan re bibînin.

Bavê Elaa, girtiya li nav Kampa Hol Xalid Endron jî got: “Tiştê em ji rêveberê Asayişa Giştî Ebbas Ibrahîm dixwazin, ev zarok welatî ne, divê zarokên me zû vegerîne malê. Hemû dizanin ku zarokên me tiştek nekiriye. Wê çi çarenivîsa wan be?”

Li gorî amarên rêveberiya Kampa Holê, nêzîkî 57 hezar nişteciyî lê hene. Di nav wan de, 8 hezar û 555 jin û zarokên biyanî yên DAIŞê hene, ji 54 welatan in. Li gorî zanyariyên ku ji aliyê hikûmeta Lubnanê ve hatine ragihandi, 37 kes ji wî welatî tevlî DAIŞê bûne.Lê zanyariyên xwecihî yên wî welatî nîşanê bi wê yekê didin ku, 100 kesên Lubnanî tevlî rêzên DAIŞê bûne û çûne Sûriyê.

 

K24

Top