• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Mêrdînê operasyoneke nû ya leşkerî hat destpêkirin

Li Mêrdînê operasyoneke nû ya leşkerî hat destpêkirin

Operasyonên artêşa Tirkiyê li navçe û parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam in. Li sînorê parêzgeha Mêrdînê artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû bi navê “Eren Zivistan-29 (Mêrdîn-Bagok)” kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê operasyoneke nû ya leşkerî hatiye destpêkirin.

Li gor daxuyaniya ku îro Çarşembê 2ê Adara 2022ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê vê sibê operasyona bi navê “Eren Zivistan-29 (Mêrdîn-Bagok)” bi beşdarbûna 571 leşkerên ser bi  Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kiriye.

Operasyonên Tirkiyê zêdeyî çar meh e bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê destpê kirine.

 

Rudaw

Top