• Tuesday, 24 February 2026
logo

Zelensky daxwaznameya endambûna di YE de îmze kir

Zelensky daxwaznameya endambûna di YE de îmze kir

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku wî daxwaznameya ji bo endambûna welatê xwe di Yekîtiya Ewropayê (YE) de îmze kiriye.

Êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê berdewam in û heta niha Artêşa Ukraynayê berevaniyê dike û welatên Ewropayê, Yekîtiya Ewropa, Amerîka û hevpeymanên wê piştgiriya Kyivê dikin. Lê Serokê Ukraynayê dibêje, ew ne bes e û daxwaz dike di demeke nêz de welatê wî bibe endam di YE de, daku bikare di bin siya wê yekîtiyê de sînorê xwe qahîm bike û xwe biparêze.

Zelensky hejmarek wêneyên xwe li ser torên civakî belav kir û ragihand, “Min serlêdana endamtiya Yekîtiya Ewropayê îmze kir. Ez bawer im ku ew rast e.”

Yekîtiya Ewropayê hêj bi fermî bersiva daxwaza Ukraynayê nedaye, lê Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen pêştir gotibû, “Ukrayna beşek e ji me, em dixwazin bêne nav me.”

Herwiha hin çavkaniyên dîplomatîk ragihandine ku 8 welatên Yekîtiya Ewropayê bi fermî piştgiriya daxwaza Ukraynayê dikin.

Lê belê ji bo endambûna welatekê di YE de pêwîst e her 27 welatên endam di wê yekîtiyê de razî bin.

Serokê Ukraynayê îro serê sibehê jî di preskonferansekê de ragihand, |daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê dikim demildest Ukrayna bo yekîtiya xwe zêde bikin. Zelensky dibêje, “ez piştrast im ku em hêjayî wê ne, piştrast im ku ev nemumkin nîne.”

Top