Serok Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê rewşa navçeyê guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Adara 2022an pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Brennan kir.
Di hevdîtinê de, rewşa meydanî û rûbirûbûna teroristên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hatin guftûgokirin.
Her di wê hevdîtinê de, tekezî li hevahengî û karê hevbeş ê di navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de û pêngavên çaksaziyê yên li Wezareta Pêşmerge hate kirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, şanda mêvan dostanî û hevbeşiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de bi girîng zanî.
K24
