• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da Kosret Resûl

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da Kosret Resûl

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya dayka Kosret Resûl, peyamek arasteyî wî kir.

Îro danê sibê hat gotin ku dayka serokê encumena bilind ya siyasî û berjewendiyên YNKê Kosret Resûl di temenê 87 saliyê de koça dawî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyameka sersaxiyê arasteyî wî kir. Peyama wî wiha ye:

Birêz kak Kosret Resûl, serokê encumena bilind ya siyasî û berjewendiyên YNKê,

Ji ber koça dawî ya dayka we ya birêz Zubêe Seîd xanim, sersaxiyê didim we û şirîkê xema we me. Xwedayê mezin ruha wê bi bihuştê şa bike û sebr û hedarê jî bide we û malbata we ya birêz.

 

 

Basnews

Top