Rûsya bi mûşekên balîstîk Kîevê bombebaran dike
Rûsya bi mûşekên balîstîk paytexta Ukraynayê bajarê Kîevê bombebaran dike û zengilê agahdarkirinê li bajêr tê lêdan.
Peyamnêrê K24ê Azad Altun ji bajarê Kîevê ragihand; şer li derdora Kîevê didome û vê êvarê bi sê mûşekên balîstîk bajarê Kîevê hat bombebarankirin û got: “Dengê teqîna mûşekan jî li Kîevê gelek bihêz bû.”
Peyamnêrê me diyar kir: “Mûşekan li Kîevê sê cih kirin armanc û zengilê agahdarkirinê li nava bajêr hat lêdan û rayedarên Ukraynayê jî ji welatiyan daxwaz dikin ku li malên xwe bimînin û pabendî biryara qedexeya hatûçûnê bibin.”
Ev di demekê de ye ku îro gereke danûstandinê di navbera şandên Ukrayna û Rûsyayê li devereke sînorî ya navbera Ukrayna û Belarusê birêve çû, piştre Serokê Ukraynayê ragihand; danûstandin zehmet bûn û ti nermiyek ji aliyê Rûsî ve nehat dîtin.
Piştî bidawîbûna danûstandinê jî, Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Mîxaîl Bodolak eşkere kir: “Her du aliyên Ukranî û Rûsî dawî li danûstandinên xwe anîn, ku armanca wê dîtina rêyeke çareseriyê ya ragihandina agirbestê li Ukraynayê û dawîanîna şer û bombebaranan bû.”
Herwiha ragihand: “Her du aliyan hejmarek mijar anîn ser maseyê, ku pêwîstiya wan bi çareseriyê heye. Her du şandeyan behsa çawaniya encamdana gereke din a danûstandinan di demeke nêz de kirin, da ku biryaran gotûbêj bikin ku di encama gera yekem a danûstandinan de têne derxistin.”
K24
