• Tuesday, 24 February 2026
logo

Parlementerekî PDKê: Wisa xuya dibe dê bawerî ji serkomarê Iraqê were wergirtin

Gulan Media February 28, 2022 Nûçe
Parlementerekî PDKê: Wisa xuya dibe  dê bawerî ji serkomarê Iraqê were wergirtin

Endamekî parlementoya Iraqê dibêje, îhtimal heye bawerî ji serkomarê Iraqê Berhem Salih were wergirtin ji ber azadkirina bazirganekî madeyên hişber.

Parlementerê PDKê li parlementoya Iraqê, Şêrwan Dûberdanî li ser berdana bazirganekî madeyên hişber ji aliyê Berhem Salih ve ji BasNewsê re got, ew karê ku Berhem Salih kiriye binpêkirina Destûr û qanûnê ye. Ev karê wî tawaneka giştî û navdewletî ye. Ji ber wê jî serkomar dê were dadgehîkirin û bawerî jê bê wergirtin.

Şêrwan Dûberdanî her wiha got, li gorî madeya 73 ya Destûra Iraqê, serkomarê Iraqê tohmetbar e û divê pir bilez dest ji kar berde.

Wî parlementerê kurd da zanîn jî, sibê parlementoya Iraqê dicive û dê di civînê de zelal bibe ka sûcê Berhem Salih di astê de ye û got, lê bi baweriya min parlemento dê baweriyê jê bistîne.

 

Basnews

Top