• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Berlînê xwepêşandana 100 hezaran li dijî şer

Gulan Media February 28, 2022 Nûçe
Li Berlînê xwepêşandana 100 hezaran li dijî şer

Li hejmareke welatên cîhanê xwepêşandanên li dijî êrişa Rûsyayê ya bo ser Ukraynayê berdewam in. Li Berlîna paytexta Almanyayê jî îro zêdetirî 100 hezar kesan hevsoziya xwe bo Ukraynayê derbirîn û li dijî êrişa Rûsyayê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Hejmareke zêde ya beşdarên xwepêşandanê cil û bergên bi rengên şîn û zer li xwe kirin ku rengên ala Ukraynayê ne û piştevaniya xwe ji bo wî welatî nîşandan ku 4 roj in li hemberî Rûsyayê di şer de ye.

 

Rudaw

Top