Sînorên 27 welatan li ber Rûsyayê têne girtin
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen di civîneke çapemeniyê de ragihand; sînorê esmanî yê 27 welatan li ber Rûsyayê têne girtin.
Ursula Von der Leyen eşkere kir; hejmarek sizayên giran dê bi ser Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko de bisepînin û zextên wan ên li ser Rûsya û Belarusê dê berdewam bibin.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen di axaftina xwe de diyar kir: “Em spasiya berxwedana Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky dikin.”
K24
