• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hewlêr – Ukrayniyan li dijî êrişa Rûsya li ser welatê xwe xwepêşandan kirin

Gulan Media February 27, 2022 Nûçe
Hewlêr – Ukrayniyan li dijî êrişa Rûsya li ser welatê xwe xwepêşandan kirin

Ukraniyên ku li bajarê Hewlêrê dijîn, li dijî êrişa Rûsya li ser welatê xwe xwepêşandan kirin.

Îro danê sibê bi dehan Ukraniyên ku li Hewlêr û Herêma Kurdistanê dijîn, li ber ofîsa NY kom bûn û li dijî êrişa Rûsya li ser welatê xwe xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderên Ukraynî bi pankartan daxwaza alîkarî û piştevaniya cîhanî bo welatê xwe kirin û daxwaz kirin êrişa li dijî Ukrayna were sekinandin.

 

Basnews

Top