Rûsya: Hêzên me 975 baregehên leşkerî yên Ukraynayê rûxandin
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro danê sibê ragihand, artêşa Rûsyayê ji destpêka operasyona xwe ya taybet li Ukraynayê ve, kariye 975 navendên binesaziya leşkerî ya Ukraynayê ji nav bibe.
Berevaniya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, di nav navendên ku hatine armanckirin de, 23 xalên kontrolê û navendên gihandinê yên hêzên Ukraynayê, 31 parçe ji sîstemên mûşekên dijî firokeyan S-300, Buk M-1 û Osa û 48 westgehên radarê hene.
Diyar kir jî, Hêzên Rûsyayê 8 firokeyên şer ên Ukraynayê, 7 helîkopter, 11 dron û 2 mûşekên taktîkî yên Tochka-U xistin xwarê.
Herwiha 223 tank û wesayitên din ên şer ên zirxî, 28 firokeyên leşkerî li firokxaneyan, 39 mûşekavêj, 86 topavêj û hawanan û 143 wesayitên leşkerî yên taybet hatin rûxandin.
Li gor medyaya Rûsî jî, duhî hêzên Rûsî bajarokên Kherson û Berdyansk bi temamî dorpêç kirin, bajarokê Genechevsk û firokexaneya Çernobyvka ya nêzîkî Khersonê kontirol kirin.
Her li gor medyaya Rûsî, duhî leşkerên firqeya 302. a mûşekên dijî firokeyan a Ukraynayê çekên xwe danîn û 471 leşkerên Ukraynayê xwe radest kirin.
K24
