Li Akrê tirbeka kevnar bi behane dîtina zêrr hat wêrankirin
Li gundekî bajarê Akrê tirbeka kevnar bi behaneya derxistina zêrr û tiştên entîke hat vedan û wêrankirin.
Berpirsê şûnwar û kelepûra parêzgeha Duhokê, dr. Bêkes Birîfkanî ji BasNewsê re got, duhî çend kesan li gundê Bebînewa yê Akrê tirbeka kevnar vedane û qaşo li dû zêrr û tiştên entîke geriyane.
Dr. Bêkes Birîfkanî her wiha got, ew tirba ku hatiye vedan û wêrankirin, ya mezinekî ayîna îslamê bûye.
Berpirsê şûnwarên Duhokê da zanîn jî, hêzên ewlehiyê dest bi lêpirsîn û lêkolînê kirine da ku wan kesan bibînin û bigirin.
Basnews
