Berdevkê berê yê hikûmeta Iraqê: Divê serkomarê Iraqê ji kar were dûrxistin
Berdevkê berê yê hikûmeta Iraqê dibêje, ji ber berdana bazirganê madeyên hişber divê serkomarê Iraqê ji kar were dûrxistin.
Duhî bi belge hat zanîn ku serkomarê Iraqê Berhem Salih, ku dema serokatiya wî xilas bûye, fermaneka taybet bo kurê parêzgarê berê yê Necefê, ku li ser bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibû girtin, daye û ew bazirgan hatiye berdan.
Li ser vê mijarê, rojnamevanê Iraqî û berdevkê berê yê hikûmeta Iraqê, Ehmed Mela Telal li ser facebooka xwe gotiye, fermana taybet bo berdana wî bazirganî li ser daxwaza serokwezîr ji aliyê serkomar ve hatiye dayîn!
Ehmed Mela Telal her wiha gotiye, fermanên wisa bo rewşên pir taybet tên dayîn ne bo bazirganên madeyên hişber. Ji ber wê jî divê serokwezîr rastî lêpirsînê were û serkomar jî ji kar were dûrxistin, çimkî sûnda xwe binpê kiriye.
Basnews
