• Tuesday, 24 February 2026
logo

HDP û 7 partiyên Tirkiyê Kordînasyona Hevbeş pêktînin

Gulan Media February 27, 2022 Nûçe
HDP û 7 partiyên Tirkiyê Kordînasyona Hevbeş pêktînin

Li ser banga HDPê 7 partiyên siyasî yên Tirkiyê civiyan û biryar dan ku kordînasyoneke hevbeş pêkbînin.

Roja 26ê Sibatê li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqerê ji derveyî Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet wek xeta sêyem bi beşdarbûna heft partiyên çep û sosyalîst civînek hat kirin û piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hat dayîn.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku wan biryar daye tekoşîna xwe ya siyasî û civakî berfirehtir bikin û li ser vê bingehê; biryara pêkanîna kordînasyoneke hevbeş hatiye dayîn.

Civîn bi beşdariya, Hevserokên HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsa Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Nûnerên Malên Gel hat sazkirin.

Ev duyemîn civîn e ku di navbera wan aliyan de tê kirin, civîna yekê ya wan partiyan roja 18ê Çileya îsal hatibû sazkirin.

Wan heft aliyan di daxuyaniya xwe de bal kişandine ser êrişên Rusyayê bo ser Ukraynayê û tê gotin: “Em li dijî şer alîgirê aştiyê û li dijî sermayedariyê alîgirê kedê û li dijî talankirina xwezayê alîgirê jiyanê, wekhevî, azadî û demokrasiyê ne.”

HDPê pêştir deklerasyoneke xwe aşkere kiribû û diyar kiribû, ew dixwazin ji derveyî tifaqên heyî, bibin xeta sêyem di siyaseta Tirkiyê de û tifaqeke nû ava bikin.

 

 

Rudaw

Top