• Wednesday, 25 February 2026
logo

Welatiyek 63 sal in kravatan berhev dike

Gulan Media February 12, 2022 Corane
Welatiyek 63 sal in kravatan berhev dike

Li gundekî navçeya Payîzava ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî 70 salî ye ku 63 sal in modelên kravatan berhev dike û koleksiyon ava kiriye.

Çîroka berhevkirina kravatan

Bedir Akbulut, li gundê ku navê wî lê hatiye danîn gundê Bedir Beg dijî. Berî 63 salan dema 7 salî ye mêvanekî bavê wî kravatekê diyarî wî dike û ji wê rojê de dest bi berhevkirina modelên kravatan kiriye. Ev kravata berî 63 salan ku yekem car vegirtiye jî di nav koleksîyona wî de cih digre.

Bedir Akbulut, Welatî, dibêje, “Ez teqrîben 7-10 salî bûm. Mirovekî me mêvanê me bû, ji babê min re got; `Ez ji Bedir Beg pir hezdikim, ez kravatê vedigrim, bila ew jî vegire. Ez ji wê rojê de kravatê vedigrim û her roj yeka cuda vedigrim.”

`Min 5 quruş nedaye van kravatan`

Bedir Beg, li mal, li nav erd û ajelan û di jiyana rojane de ti caran bê kravat nagere. Odeyeke mala xwe ji bo kravatên xwe veqetandiye û li wir nîşan dide. Bedir beg, dibêje kravatên wî hemû diyarî ne û 5 quruş bo wan xerc nekiriye.

Bedir Akbulut, Welatî, radigihîne, “Xwedê jî dizane min 5 quruş nedaye van kravatan. Ev kravat hemû wek diyarî ji min re hatine. Ji Stenbolê û Enqerê hatine. Heta gund û Payîzava şandine. Walî beg şandiye, reîs beg şandiye, gelek kesan şandiye. Welle ez di nav ajelan de jî kravata xwe danînim, hinek rojan bi kravatê radizim. Ez ji kravatan hezdikim.”

Cîran û nasê wî dibêjin me ti caran Bedir Beg bê kravat nedîtiye û wî jiyana xwe bi kravatan re kiriye yek.

`Mirovekî rengdar e`

Murat Tunç, Cîranê Bedir Akbulut, dibêje, “Bedir Akbulutê me mirovakî gelekî baş e. Her wext bi kravatê digere, mirovakî rengdar e. Li welatê me li Wanê, li Payîzavayê zilamekî wek kulîlkan e. Em gelek jê hezdikin, eger biçe nav erd û pêz jî bi kravat diçe. Mirovekî bi kravat e. Mirovekî gelekî baş e. Em hemû jê hezdikin, gundî û bajarê me jî jê hezdikin.”

Bedir Beg, ji 7 saliya xwe ve heta îro 1500 modelên kravatan berhev kirine û koleksiyoneke dewlemend ava kiriye. Herwiha 100 qatên wî yên taxim jî hene.

 

Rudaw

Top