• Monday, 15 June 2026
logo

Mesrûr Barzanî serxweşî li Mamoste Selahedîn Behadîn kir

Mesrûr Barzanî serxweşî li Mamoste Selahedîn Behadîn kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peyameke sersaxiyê arasteyî Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mamoste Selahedîn Behadîn kir.


Îro Yekşemê 14.06.2026, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand: "Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Birêz Mamoste Selahedîn Mihemed Behadîn, bi xemgîniyekî mezin min nûçeya koça dawî ya birayê we yê mezin, xwedêjêrazî Mamoste Husên Mihemed Behadîn bihîst."

Serokê Hikûmetê her wiha di peyama xwe de diyar kir: "Ez sersaxiyê li we dikim û xwe bi hevparê xema we dizanim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û sebrê bide malbata we ya birêz."

Top