• Monday, 15 June 2026
logo

Li Şemzînanê çawîşekî pispor malbata xezûrê xwe qetil kir: 4 kes hatin kuştin, kesek jî birîndar e

Li Şemzînanê çawîşekî pispor malbata xezûrê xwe qetil kir: 4 kes hatin kuştin, kesek jî birîndar e

Li navçeya Şemzînanê ya ser bi parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê, îro serê sibê karesateke malbatî qewimî; çawîşekî pispor 4 endamên malbata hevjîna xwe kuştin û piştre hewl da dawî li jiyana xwe bîne.


Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bi dest xistin, bûyer li taxa Beşevler (Bêşendirox) a navçeya Şemzînanê qewimiye. Çawîşê pispor ê bi navê Musa Gezer (M.G.), ku tê gotin bi hevjîna xwe re di qonaxa telaqdanê (veqetînê) de bûye, bi çek êrîşî ser mala xezûrê xwe kiriye.

Hate ragihandin ku Musa Gezer li hundirê malê gule li hevjîna xwe Gülşen Gezer, xesûya xwe Habibe Demir, kurê xezûrê xwe Gürkan Demir û xwişka hevjîna xwe Deniz Demir reşandiye.  Di encama vê êrişa hovane de, her çar kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Êrişkar Musa Gezer piştî komkujiyê, bi heman çekê gule berda serê xwe û bi giranî birîndar bû. Tîmên tenduristiyê ku bi hewara hawirdoran çûn cihê bûyerê, êrişkar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê û tê gotin ku rewşa wî pir giran e.

Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê tax dorpêç kirin û tedbîrên tund girtin. Termên qurbaniyan ji bo otopsiyê şandine morga nexweşxaneyê. Derbarê sedema rasteqîne ya vê karesatê û hûrgiliyên din de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

 

Basnews

Top