• Wednesday, 25 February 2026
logo

Qasim Erecî: Divê PKK li Şingal û navçeyên din derkeve

Gulan Media February 7, 2022 Nûçe
Qasim Erecî: Divê PKK li Şingal û navçeyên din derkeve

Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê amaje bi daxwazê Bexdayê ya ji bo derketina PKKê li Şingal û navçeyên din ên nav sînorê erdnîgariya dewleta Iraqê kir.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî di hevpeyvîneke li gel ajansa fermî ya Iraqê de amaje bi wê yekê kir ku, ji aliyê Lubnanê ve zanyarî geheştine wan ku çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê li Lubnanê hene û zanyariyên îstixbaratê yên wisa hene ku hejmarek ji wan çekdaran jî geheştine nav Iraqê.

Herwaha diyar kir ji esman ve bombebaran kirina çend komên çekdarên DAIŞê yên li sînorê parêzgeha Diyale kirine, ku nav kuştiyan de çekdarên Lubnanî yên DAIŞê jî hebûne.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê behsa wê yekê jî kir ku rêkeftina wan li gel aliyên Amerîkî heye, taybet jî bu cureya pêwendiyên di navbera herdu welatan a ji aliyê asayîş, aborî, tenduristî û fêrkarî de heye û Iraqî jî sûd ji hemû wan tiştan werbigrin ku di nav rêkeftinê de heye.’’

Qasim Erecî di beşekî din ê gotinên xwe de behsa PKKê li Iraqê kir û bi aşkera ragehand: ‘’Hebûna çekdarên PKKê nav Iraqê de neyasayî ye û pêwîste li Şingal û navçeyên din jî derbikevin.’’

 

Basnews

Top