• Saturday, 20 June 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Lîwa Tehsîn Kemekî kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Lîwa Tehsîn Kemekî kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Lîwa Tehsîn Kemekî kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Hezîranê, ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê dêrîn, Lîwa Tehsîn Kemekî, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Ji bo koça dawî ya Pêşmergeyê dêrîn, Lîwa Tehsîn Kemekî, ez sersaxiyê li malbata wî ya têkoşer dikim û hevparê xema wan im."

Her wiha Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku Xwedayê Mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide binemal, kesûkar û dostên wî.

 

K24

Top