Tirkiyeyê golek jî neavêt: Xatir ji Kupaya Cîhanê xwest
Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê piştî ku maça xwe ya duyem jî bêyî ku golekê biavêje winda kir, wekî tîma duyem ji Kupaya Cîhanê xatir xwest.
Di maçên koma Dyê de Tirkiye û Paraguay hatin pêşberî hev.
Tirkiyeyê maça xwe ya bi Paraguayê bi gola ku di xuleka yekem de xwar 1-0 winda kir.
Hîn xuleka yekem a maçê bû, Matias Galarza bi lêdaneke xurt golek avêt û Paraguay xist pêş.
Di dema zêdekirî ya nîva yekem de, lîstikvanê Paraguayê Miguel Almiron ji ber ku destê xwe danî ber devê xwe û heqaret li lîstikvanekî Tirkiyeyê kir, hakem çû VARê û bi kartê sor ew ji maçê derxist.
FIFAyê cara ewil ew yasa bi kar anî
Bi vî awayî FIFAyê cara ewil ew yasa bi kar anî ku rê li ber ducarebûna bûyera Gianluca Prestianni ya li hemberî Vinicius Junior bigire.
Tirkiyeyê di nîva duyem de ji bo wekheviyê gelek hewl da û çend derfet bi dest xistin lê encam neguherî.
Maç bi serkeftina 1-0 a Paraguayê bi dawî bû û wê tîmê 3 puanên xwe yên yekem standin.
Tirkiyeyê jî piştî vê têkçûnê ji Kupaya Cîhanê xatir xwest.
Tirkiye piştî Haîtiyê bû tîma duyem
Tirkiye piştî Haîtiyê bû tîma duyem a ku ji Kupaya Cîhanê xatir xwest.
Tîma Haîtiyê jî îro li hemberî Brezîlyayê maça xwe ya duyem winda kiribû.
Tirkiyeyê di her du maçên xwe de jî gol neavêtin, 3 gol xwarin û puanek jî bi dest nexist.
Rudaw
