• Wednesday, 25 February 2026
logo

TUIKê hejmara niştecihên Tirkiyê aşkere kir

Gulan Media February 5, 2022 Nûçe
TUIKê hejmara niştecihên Tirkiyê aşkere kir

Saziya Amaran ya Tirkiyê (TUIK) ragihand ku di 2021ê de li gor sala borî hejmara nifûsa Tirkiyê milyonek û 65 hezar û 911 kes zêdebûne û gehîştiye 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan.

Saziya Amaran ya Tirkiyê îro 4ê Sibata 2022an encamên sîstema tomarkirina nifûsê a li gor navnîşanê ya sala 2021ê eşkere kir.

Li gor amaran hejmara welatiyên Tirkiyê ku sala 2020î 83 milyon û 614 hezar û 362 kes bû, sala 2021ê bi zêdebûna milyonek û 65 hezar û 911 kesî gihîşte 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan.

Di amarên TUIKê de wiha dixuye ku rêjeya mêran li Tirkiyê %50.1 (42 milyon û 428 hezar û 101 kes) û rêjeya jinan jî %49.9 (42 milyon û 252 hezar û 172 kes e.

Ev jî tê wateya ku di 2020î de zêdebûna ku ji hezarî 5.5 bû di 2021ê de ji hezarî 12.7 zêde bûye.

Li gor amarên hatine belavkirin, zêdebûna nifûsê herî zêde li Stenbolê çêbûye û hejmara niştecihên wê gihîştiye 15 milyon û 840 hezar kesan û hejmara herî kêm jî li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ye ku wek 83 hezar û 645 kes hatiye tomarkirin.

Saziya Amaran dibêje, ligel nifûsa kesên ji Sûriyê hatine, hejmara welatiyên biyanî yên ku 3 mehan kêmtir vîze wergirtine an jî yên xwedî mafê danîştinê hene jî beşdarî amaran nehatine kirin.

Li Tirkiye ligel ku hejmareke zêde ji xelkên din jî wek Kurd, Ermen, Çerkez dijîn lê ev wek amar nayê tomarkirin û nayê eşkere kirin.

 

 

Rudaw

Top