Malbata ciwanê Kurd nerazîbûn nîşanî Qaymeqamê Cizîrê da
Malbata ciwanê Kurd yê bi navê Abdulgaffar Dayan ku li navçeya Cizîrê di encamA lêdana zirxpoşeke polîsan canê xwe ji dest dabû, li konê sersaxiyê nerazîbûn nîşanî Qaymiqamê Cizîrê Mehmet Tunç da û got, “ Bi nêrîna me we ev kuştin kiriye. We bi sedan hêzên ewlekariyê yên serxweş û zirxpoş dane pey xwe. Çi karê van zirxpoşan li kolanên me heye?” Li ser vê nerazîbûna malbatê qaymeqam neçar ma ku taziyê bicih bihêle.
Zirxpoşa polîsan li ciwanê Kurda da
Li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 24ê Çile dema ciwanê Kurd Abdulgaffar Dayan ê 23 salî li Kolana Yafes diçû dersxaneyê zirxpoşa polîsên sîvîl lê dabû û duh 26ê Çile li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû. Taziya Dayan li mizgefta taxa Banêxanê ya Cizîrê hat danîn.
Qaymeqamê Cizîrê Mehmet Tunç ku di heman demê de wek qeyûm li ser şaredariya wê navçeyê ya HDPê hatiye danîn, îro 27ê Çileya 2022ê çû taziya Abdulgaffar Dayan. Lê endamên malbata Dayan nerazîbûn nîşanî Mehmet Tunç dan.
Nerazîbûna malbatê: `We ev kuştin kiriye`
Li ser navê malbatê apên wî ciwanê Kurd ku di encama lêdana zirxpoşeke polîsên sivîl de canê xwe ji dest dabû ligel Qaymeqamê Cizîrê axivîn.
Yek ji apên wî ji qaymeqam re got, “Bi nêrîna me we ev kuştin kiriye. We bi sedan hêzên ewlekariyê yên serxweş û zirxpoş dane pey xwe. Çi karê van zirxpoşan li kolanên me heye?”
Daxuyaniya Şaredariya Qeyûm
Mehmet Tunç li ser nerazîbûna malbatê bêyî ku ti bersivekê bide ji cihê taziyê çû.
Ev di demekê de ye Şaredariya Qeyûm ya Cizîrê 4 rojan piştî bûyerê li ser hesaba xwe Twiterê ragihandibû ew zirxpoşa ku li Abdulgaffar Dayan daye, yek ji wesayîtên wan bûye.
Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê derbarê bûyerê de daxuyaniyek dabû û gotibû sedema zêdebûna mirinên ku di encama lêdana wesayît û zirxpoşên hêzên ewlekariyê de çêdibin, necezakirin e.
`Em dê têkoşîna xwe bidomînin`
Komîsyona navborî herwiha ragihandibû, “Em bibîr dixin ku Tirkiye jî di nav de hemû dewletên peymana derbarê Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî îmze kirine berpirsiyartiya wan heye ku di qada şer de jî zarokan biparêzin. Em ê wek baroyê hemû qonaxên darizandina doza Abdulgaffar Dayan bişopînin û heta hemû kolan ji zirxpoşan bên paqijkirin em dê têkoşîna xwe bidomînin.”
Li gor raporta Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) di 13 salên dawî de 20 ji wan zarok 42 kesan di bûyerên wiha de canê xwe ji dest dane, wate zirxpoş û otomobîlên polîsan li wan dane û canê xwe ji dest dane.
PARVE BIKE LI SER
SHARE ON FACEBOOK
SHARE ON MESSENGER
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Rudaw
