Hêmin Hewramî pêşwazî li mîrê êzîdiyan Mîr Hazim kir
Mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg dibêje, bila 5 kursiyên parlementoya Kurdistanê bibin pişka kurdên êzîdî.
Duhî mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û şandeka kurdên êzîdî serdana parlementoya Kurdistanê kirin û ji aliyê cîgirê seroka parlementoyê, Hêmin Hewramî ve hatin pêşwazîkirin.
Di civînê de Mîr Hazim got, em wek kurdên êzîdî şanaziyê bi parlementoya Kurdistanê dikin. Bila parlementoya Kurdistanê hewelên xwe xurt bike bo bicîhanîna rêkeftina ku hikûmetên Iraq û Kurdistanê bo asayîkirina rewşa Şingalê îmze kirine.
Mîr Hazim her wiha got, em hez dikin rola êzîdiyan li nav parlementoyê û dezgehên din yên Herêma Kurdistanê de zêdetir bibe. Daxwaza me ew e 5 kursiyên parlementoyê bidin kurdên êzîdî.
Hêmin Hewramî jî piştevaniya xwe bo daxwaziyên şanda êzîdî anî ziman û ragehand, çi ji destê wan were dê bo bicîhanîna daxwaziyên kurdên êzîdî bikin.
Basnews
