• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Derbendîxan şivanek ji ber teqîna mînê canê xwe ji dest da

Gulan Media January 1, 2022 Nûçe
Li Derbendîxan şivanek ji ber teqîna mînê canê xwe ji dest da

 Li bajarokê Derbendîxan yê Herêma Kurdistanê şivanek di encama teqîna mînê de canê xwe ji dest da.

Qaymeqamê Derbendîxan, Silêman Seîd ji BasNewsê re got, duhî êvarê li çiyayê Xoşk yê Derbendîxan, mîneka serdema Beis bi şivanekî bi navê Merîwan Salih de, ku li ber pezên xwe bû, teqiya.

Silêman Seîd da zanîn jî, mixabin wî şivanî canê xwe ji dest da.

 

Basnews

Top