• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serok Barzanî: Divê hêza Pêşmerge taktîk biguhere û derbasî rewşa êrîşê bibe

Gulan Media December 7, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Divê hêza Pêşmerge taktîk biguhere û derbasî rewşa êrîşê bibe

Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa şeva borî ya li ser çeperên Pêşmerge yên li Qeresalim a li sînorê navçeya Pirdê de peyamek belav kir û ragihand, pêwîst e tola xwîna şehîdên me ji terorîstan bê standin.

Peyama Serok Barzanî:

Mixabin şeva borî di encama êrîşa terorîstên DAIŞê ya ser çeperên Pêşmerge yên li Qeresalim a li sînorê navçeya Pirdê hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Serxweşiyê li malbatên kesûkarên şehîdên wê êrîşa terorîstî dikim û ez xwe hevbeşê xemên wan dizanim û ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê şehîdan bi beheşta xwe şad bike û sebir û aramiyê bide merivên wan û hêviya selametiyê bo birîndaran dixwazim.

Herwaha tekez dikim ku pêwîst e tola xwîna şehîdên me ji terorîstan bê standin. Ji ber zêdebûna tevger û êrîşên terorîstan ên vê dawiyê pêwîste hêza Pêşmergyên Kurdistanê amadekariyên zêdetir bike û taktîkên şer biguhere û ji rewşa berevaniyê ve derbasî êrîşê bibe ji bo ceza kirin û jinavbirina terorîstên DAIŞê.

Bi hezaran silav li ruhê paqij ê şehîdên şerê DAIŞê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

 

K24

Top