• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Amedê bilûrek û gûstîleke 1600 salî hatin dîtin

Gulan Media December 4, 2021 Corane
Li Amedê bilûrek û gûstîleke 1600 salî hatin dîtin

Li Keleha Zerzevan ku 13 kîlometre dûrî navenda bajarokê Çinarê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye bilûreke ji hestî û gûstîleke bi mifteya bronz ku dîroka wan vedigere 1600 sal berê hatin dîtin.

Keleha Zerzevan ku dîroka wê vedigere 3 hezar sal berî niha di serdema Împeratoriyeta Romayê de wek cihekî taybet ê mana leşkeran hatiye bikaranîn, di lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ye û li Kelehê heta niha gelek berhemên dîrokî hatine dîtin.

Wêne: AA
Mamostayê Zanîngeha Dîcleyê û Serpereştyarê Kolandinê Profesor Aytaç Çoşkun li Keleha Zerzevanê daxuyaniyek da û got, di kolandinê de bilûreke ji hestî û gûstîleke bi mifteya bronz ku dîroka wan vedigere 1600 sal berî niha hatine dîtin.

Li gor agahiyên Çoşkun, bilûr wek du perçeyan hatiye dîtin û wan bi hev vekirine û ji hestiyê lingê pez hatiye çêkirin, herwiha dîroka herdu berhemên ku dîtine vedigere Beriya Zanînê sedsalên 4 û 5an.

Wêne: AA
Li Keleha Zerzevanê ya Ameda Bakurê Kurdistanê berî niha jî Perestgeha Mithras û mohreke 3 hezar salî ya serdema Aşûriyan, zêdeyî 54 depo yan sarincên avê hatibûn dîtin.

Wêne: AA
Li gor lêkolînên pispor û şûnwarnasan, ev depo û kanalên avê yên Keleha Zerzevanê 1800 sal berî niha û bi zanista herî pêşketî ya wê serdemê û bi endazyariyeke hûr hatine çêkirin û kanalên avê niha jî karê xwe dikin. Van taybetmendiyan wiha kiriye ku girîngiyeke zêdetir bi nûjenkirina kelehê bê dayîn û kar li gor awayê wê yê resen berdewam be.

 

Rudaw

Top