Amerîka: Em ji zêdebûna êrişên DAIŞê li Iraqê nîgeran in
Wezareta derve ya Amerîka nîgeraniya xwe ji zêdebûna êrişên DAIŞê li Iraqê nîşan da.
Wezareta derve ya Amerîka piştî êrişa pêr bi şeva ya DAIŞê li dijî xelkê sivîl û hêzên Pêşmerge li Mexmûrê ragehand, ew nîgeran in ji zêdebûna êrişên DAIŞê li Iraqê.
Wezaretê her wiha da zanîn, Amerîka pabend e bi piştevanîkirina hêzên ewlehî û serbazî yên Iraq û Herêma Kurdistanê.
