Mesrûr Barzanî: Biryara dadgeha Almanya destpêkeke dîrokî ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pesnê biryara dadgeheke Almanya di naskirina tawanbarekî DAIŞê da û ew bi biryareke dîrokî bi nav kir û ragihand, ew biryar derfetê dide civaka Êzîdî û rizgarbûyên destê DAIŞê, da ku li dadgehan gilî bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser biryara dadgeheka Almanya û dadgehkirina terorîstekî DAIŞê di kuştin û jenosaydkirina Kurdên Êzîdî de peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ku li ser twîtterê hatiye belavkirin, gotiye:
Ez pir kêfxweş bûm bi wê biryara ku duhî dadgeha Almanya da û tê de çekdarekî DAIŞê bi komkujî, tawanên dij mirovî û tawanên şer mehkûm kir.
Ev biryar destpêkeka dîrokî ye û derfetê dide civaka êzîdî û rizgarbûyên destê DAIŞê da ku li dadgehan gilî bikin û bi vî rengî birînên wan bi bicîhatina dadperweriyê derman bibe.
