WHO: Omîkron ji curên din yên Koronayê metirsîdartir e
Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) ragehand, vîrusa nû ya Koronayê ya bi navê “Omîkron” ji yên din metirsîdartir e.
Rêxistina tenduristiya cîhanî li ser vîrusa nû ya Koronayê, Omîkron, daxuyaniyek belav kir û ragehand, Omîkron ji vîrusên din yên Koronayê zûtir belav dibe ji ber wê jî ji yên din metirsîdartir e.
WHO daxwaz dike di lêdana vaksîna Koronayê de lez bê kirin.
Di daxuyaniya WHO de hatiye gotin jî, ew vîrus di têsta PCR de derdikeve lê ew dixwazin rêkên din jî bo dîtina wê vîrusê bibînin.
