• Thursday, 26 February 2026
logo

Parlemanterekî Frensî: Divê Tirkiye bê cezakirin

Gulan Media November 28, 2021 Nûçe
Parlemanterekî Frensî: Divê Tirkiye bê cezakirin

Endamê Komeleya Niştimanî ya Fransî û Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat û Serbixweyan, Jean-Christophe Lagarde

Endamê Komeleya Niştimanî ya Fransî û Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat û Serbixweyan, Jean-Christophe Lagarde, ji Yekîtiya Ewropa dixwaze ku cezayên aborî li ser Tirkiyê bisepîne ji bo ku serokê wî welatî neçar bike siyaseta xwe li dijî Kurdên Sûriyê di bin çavan re derbas bike.

Lagarde ji Rûdawê re got, hikûmeta Fransa weke pêwîst li hember siyaseta Tirkiyê li dijî Kurdan tev negeriya ye, lê parlemantoya Ewropa dikare di vî warî de xwedî helwest be.

Jean-Christophe Lagarde, endamê Komeleya Niştimanî ya Fransî, û Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat û Serbixweyan, Ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku eger Yekîtiya Ewropa sizayên aborî bi ser Tirkiyê de bisepîne, rewş dê li wî welatî pir zehmet bibe û Serokkomarê wî neçar bibe ku li siyasetên xwe vegere.

Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat û Serbixweyan derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Tirkiyê de daxwaz kir ku Yekîtiya Ewropa sizayên aborî bi ser Tirkiyê de bisepîne û Serokkomarê wî welatî neçar bike ku li siyasetên xwe yên li dijî Kurdên Sûriyê vegere û wiha pê de çû, “Di vê haletê de, şer hatiye kirin, sînorên navdewletî hatine derbaskirin, rêkeftinên navdewletî hatine binpêkirin, dest çete û kujeran hatiye li dijî nişteciyan ku sivîl in hatiye berdan, ku neçar bûne koçber bibin, bi çêweyekî sereke xwe li Kurdistana Iraqê bigirin. Wate ne bese ku ev yek bê şermezarkirin, û bi her hal ev jî nehatiye kirin, lê divê siza li hember siyaseta ku ji aliyê berêz Erdogan ve tê meşandin, û em dikarin vê yekê bikin, eger em sizayên bazirganî ferz bikin, ji ber ku eger Tirkiya dît ku deriyên Yekîtiya Ewropa li pêş berhemên wê hatin girtin, dê di rewşeke xirab re derbas bibe û ev yek dê bihêle ku serokê Tirkiyê li xwe vegere.”

Lagarde ku beşdarî bernameya Rûdawê Emro ya Rûdawê bûbû, diyar kir ku hikûmeta Fransa wekî pêwîst li hember siyaseta Tirkiyê li dijî Kurdan tevnegeriyaye, lê parlamentoya Ewropayê dikarî di vê çarçoveyê de xwedî helwest be.

Lagarde got jî: “Mixabin, ez ne serokê Fransa me, ez ne hikûmeta Fransama me ku tevnegeriyaye, lê Palemana Ewropî dikar vê yekê bike. Ew dikare tevbigere ji ber ku Tirkiye û tewanbarê serkêşiya wê dike, ku ew e berpirsiyar di ber komkujiyên ku niha çêdibin, wekî guhertina demografîk û koçberkirina nişteciyan ku li Sûriyê tên kirin, wediyê pevguhertinên bazirganî yên pir mezin e ligel Yekîtiya Ewropa. Bêhtir ji nîvê bazirganiya Tirkiyê berve Yekîtiya Ewropa tê kirin."

Parlemanterê Fransî herwiha bi tundî rexne li siyaseta Amerîka li hember Kurdan kir û got, Amerîka ne tenê dest ji Kurdên Sûriyê berda, lê belê xayintî li wan kir dema ku destê artêşa Tirkiyê li dijî wan vekirî hişt, û ev yek wekî mezintirîn şermezariya destpêka sedsala 21ê binav kir.

 

Rudaw

Top