Mesrûr Barzanî: Em dixwazin Kurdistan bibe navendeke girîng ya bazirganiyê
behsa têkiliyên bazirganî yên di navbera her du aliyan de kirin.
Serokwezîr li gel şandeke Brîtanî civiya.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;
Roja şemî 27ê Mijdara 2021an me pêşwaziya Seroka civata bazirganiya Brîtanî Îraqî ( IBBC) Baroness Emma Nicholson û şandeke pê re kir.
Di civînê de Baroness Nicholson bi awayeke kurt besa kar û çalakiyên civata han bi taybetî konferansa dawî yaku li bajarê Dubayi hatibû organîzekirin û taybet bû bi pere pêdana liv û tevgerên bazirganî û hêlbirînê di navbera Brîtanya, Îraq û herêma Kurdistanê de, kir.
Di berdewamiya civîna han de me behsa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê û hewldan bo pir reng kirina abûrî û çavkaniyên dahatê kir.
Me tekez li ser vê yekê kir ku armanca me eve daku herêma Kurdistanê bibe navendeke bazirganî ya girîng li deverê de.
