Davutoglu: Erdogan bê deng bibe pirsgirêk namîne
Serokê Partiya Pêşerojê daxwazê ji Serokkomarê Tirkiyê dike, êdî derbarê dolar, aborî û faîzê de neaxife û rewşa darayî û aborî nenirxîne, berevajiya wê rewş gelekî xirabtir dibe û eger bêdeng jî bibe, pirsgirêka lîre çareser dibe.
Ahmet Davutoglu piştî serdan û hevdîtina ligel Serokkomarê Berê yê Tirkiyê Abdullah Gul, ji medya Tirkiyê re axifî û got, “Nabe serokkomar di her gotarekê de li ser faîz, rewşa darayî û aborî biaxife. Eger Erdogan berdewam di vê derbarê de biaxife, bi hemû awayekî zerar digihe me û îflas dibin. Lê eger bê deng bibe û nirxandina şexsî bo rewşê neke, pirsgirêka daketina lîre li beramber dolar çareser dibe.”
Davutoglu da zanîn ku li Tirkiyê ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatê, rûbirûyê krîza siyasî, aborî, darayî û saziyan bûne û xema desthilatê ne tişteke, tenê li wê yekê difikire ka çawa kursiyê desthilatê rizgar bike û rewşê derbas bike.
Li ser sedema hevdîtina ligel Abdullah Gul jî, Ahmet Davutoglu got, ew dû dostên nêzîkê hev in, nav bi nav serdana hev dikin û rewşa giştî û pêşhateyên Tirkiyê dinirxînin.
Li ser pirsa egera dubare berbijêrbûna Abdullah Gul bo serokatiya Komara Tirkiyê, Davutoglu got, her partiyeke siyasî li eniya opozisyonê kar dike daku hilbijartina pêşwext bê kirin, lê derbarê berbijêrbûna Abdullah Gul de bo serokatiya Komara Tirkiyê tiştek nehat gotûbêjkirin.
