• Thursday, 26 February 2026
logo

Şandeke wezareta pêşmerge serdana Hengariyayê kir

Gulan Media November 27, 2021 Nûçe
Şandeke wezareta pêşmerge serdana Hengariyayê kir

hêzên Hengarî berdewam dibin li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.
Li gel rayedarên vê welatî civîn û hevdîtin pêk aniye.

Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, di rojên derbasbûyî de şandeke wezareta pêşmerge bi Serokatiya Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa serdana Hengariyayê kiriye.

Ev şanda leşkerî ya Kurdistanê, li gel rayedarên Hengariyayê çend civîn û hevdîtin pêk aniye û di civînan de giftûgo li ser metirsiyên DIŞI, rewşa ewlekariya deverê, têkiliyên navbera Kurdistan  Hengariyayê û herwiha hevkarî û piştîvaniyên Hengariyayê yên bo hêzên pêşmerge hatiye kirin.

Herwiha rayedarên Hengarî ji şanda leşkerî ya Kurdistanê re diyar kiriye ku hêzên Hengarî yên ku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de hatine Îraq û Kurdistanê bo şerê dijî terorê, vê li Kurdistan û Îraqê bimînin û hevkariya hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê  bikin.

Top