• Thursday, 26 February 2026
logo

WHO lêkolînê li ser metirsiyên cûreyeke nû ya Koronayê dike

Gulan Media November 26, 2021 Nûçe
WHO lêkolînê li ser metirsiyên cûreyeke nû ya Koronayê dike

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) îro înê ji bo nirxandina metirsiyên cûreya nû ya Koronayê dicive.

Cûreya nû ya Covid-19ê li Başûrê Efrîqayê hatiye dîtin û tirsa wê yekê heye ku yek ji cûreyên herî xirab ên Koronayê be.

Di civînê de li ser wê yekê were axaftin ku cûreya B.1.1.529 dê bibe metirsî û nîgeranî ji bo cîhanê an dê were kontrolkirin.

Seroka Teknîkî ya WHOyê Dr. Marya Van Kirkov li ser vê mijarê diyar kir: “Em nîn tiştek li ser vê cûreya nû nizanin.”

Herwiha eşkere kir: “Nîgeraniya me li ser wê yekê ye ku ew cûreya nû bandorê li ser karkirina vîrusê bike.”

Duh roja pêncşemê zanayên li Başûrê Efrîqayê cûreyeke nû ya Koronayê dîtin û li ser nasîna bandorên wê dixebitin.

 

K24

Top