Derbasbûna koçberan li Kanala Îngîlîz
Berpirsên Fransî derbarê bûyera li Kanala Îngîlîz zanyariyên zêdetir ragihandin û ku li gor wan, piraniya koçberên ku di wê bûyera binavbûna belemê de xeniqîne, Kurd in û xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne û herwiha jinên ducanî û 3 zarok jî di nav de hene.
Brîtanya û Fransa bi hevahengî hewl didin wan koçberan rawestînin ku bi awayekî neyasayî di wê kanalê re derbas dibin, lê wiha naxuye hevahengiya navbera wan qayim be û herdû alî hevdû bi xemsariyê tohmetbar dikin.
Îsal hejmara wan koçberên di wê kanala Brîtanyayê re derbas bûne sê qatê sala borî zêde bûye. Cotmeha îsal di bûyereke wek a niha de 7 koçberan canê xwe ji dest dan, hevdem ji Çileya îsal ve û heta niha 7 hezar û 800 koçber di nav wê avê de ji metirsiya xeniqînê hatine rizgarkirin.
Rudaw
