Çavdêrek: Ew melayên ku li ser xwepêşandana Silêmaniyê daxuyanî dane, kesên tundrew in
Parlementerekî berê yê Kurdistanê dibêje, ew melayên ku li ser xwepêşandanên xwendekaran li Silêmaniyê daxuyanî dane, kesên tendrew û tohmetbarên terorê ne.
34 mela îro daxuyaniyek hevbeş li ser xwepêşandanên Silêmaniyê belav kirin ku gelek buxtan û tiştên ne rast tê de hene.
Li ser vê mijarê, endamê berê yê komîsyona ewqaf û karûbarên ayînî li parlementoya Kurdistanê, Husên Ebdulkerîm ji BasNewsê re got, ewên ku ew daxuyanî belav kirine, dûr û nêzîk pêwendiya wan bi melatiyê ve nîne. Beşek ji wan li ser teror û tundiyê ji melatiyê hatine avêtin. Beşek ji wan jî pirsgirêkên wan yên cidî heye. Em wan baş nas dikin, ji xwe beşek ji wan jî girêdayî kom û aliyên siyasî yên binketî ne.
Husên Ebdulkerîm her wiha got, lê bila ew bizanin êdî ti kes nikare mîna xwepêşandanên 17 Sibata 2011 yên Silêmaniyê xelkê bixapîne.
Mamostayê zanko li zankoya Selahedîn ya Hewlêrê, dr. Buxarî Ebdullah jî ji BasNewsê re got, daxuyaniya wan melayan û beşdarbûna kesên mîna Soran Umer di xwepêşandana Silêmaniyê de gumana zêde dike û rewşê jî aloztir dike. Çimkî mirov wisa dibîne ku hinek dixwazin xwepêşandanê bikin siyasî û hesabên xwe pê tesfiye bikin.
Wî mamostayê zankoyê da zanîn jî, daxwaza xwendekaran rewa ye û nabe tevlî mijarên din bê kirin.
Bi gotina wî mamostayê zankoyê, çima wan melayan di daxuyaniya xwe de behsa heqareta li alaya Kurdistanê nekirine, wê çaxê rewatî dane wê yekê. Beşek ji wan melayan jî ji ber teşwîqkirina xelkê bo tundiyê ji melatiyê hatibûn avêtin.
Wî mamostayê zanko bang li xwepêşander û xwendekaran jî kir nehêlin ti kes nerazîbûna wan bo berjewendiyên xwe bikar bîne yan ji rêya rast derxîne.
Basnews
