• Thursday, 26 February 2026
logo

Belemeya penaberan noqî avê bû

Gulan Media November 25, 2021 Nûçe
Belemeya penaberan noqî avê bû

Belemeyeke penaberan ku ji ber bi Brîtanyayê bi rê ketibû, li nêzîkî bajarê Calais ê Fransayê noqî avê bû û di encamê de 27 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya AFPê, belemeyeke penaberan ku ber bi Brîtanyayê bi rê ketibû, noqî avê bû û rayedarên Fransî û Brîtanî bi hev re xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.

Serokwezîrê Fransayê Jean Castex li ser mijarê daxuyaniyek da û ev bûyer weke karesatek bi nav kir û ragihand ku kesên mirine, bûne qurbaniyên destê qaçaxçîtiya mirovan.

 

Rudaw

Top