• Thursday, 26 February 2026
logo

Davutoglu bo Erdogan: Derkevin eşkere bikin

Gulan Media November 25, 2021 Nûçe
Davutoglu bo Erdogan: Derkevin eşkere bikin

 Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê sektora bankayan de got: “Çi hatiye û çi çûye. Derkevin eşkere bikin. Ev aliyên derve kî ne?”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, piştî lîreyê Tirkî li hember dolar bi awayekî tund nirxê xwe ji dest da dest bi serdana partiyan kir. Ahmet Davutoglu di çarçoveya serdanên xwe de îro bi Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re li navenda ÎYÎ Partiyê civiya.

Davutoglu û Akşener piştî civînê ji rojnamevanan re axifîn.

Davutoglu got, “Min guhê xwe da daxuyaniya Erdogan ya `Şerê Rizgariyê`. Ez ji vir bang li wî dikim. Di destê we de amarên hemû îstîxbaratê hene. Derbarê sektora bankayan çi hatiye û çi çûye. Derkevin eşkere bikin. Ev aliyên derve kî ne? Kesên lîreyên wan ên Tirkî hene ditirsin.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Davutoglu got: “Em weke 28ê Sibatê di bin xetereya avakirina rejîmeke otorîter de ne. Ez ji vir bang li welatiyên me dikim, civîn û xwepêşandan mafekî destûrî ye. Ev maf dikare bê bikaranîn, lê bêyî provokasyonan. Ez bang li we dikim ji xwepêşandanên qelebalix ên pêvajoya wan a hiqûqî temam nebûne dûr bisekinin.”

Meral Akşener jî got, “Ez dikarim tenê vê lê zêde bikim. Hûn heman tiştî 3 caran dikin, ev xeletî ye. Rewşa aboriyê ya niha daxwaza desthilatê ye. Eger armanca Şerê Serxwebûnê ji bo qezenckirina hilbijartinê nîşandan dare di bin kulînê re, kî aloziyê derxîne, ew jî nikare birêve bibe û dê bê şandin. Kesên me birêve dibin bila hedê xwe bizanin. Em ê van nezanên ku kar nizanin û pesna nezantiya xwe didin, di sindoqan de bi dengê we bişînin. Em dê ji vê sîstema eletewş xilas bin. Karê milletê we dengdan e. Ev sindoq di dawiyê de bê.”

Davutoglu doh jî serdana Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilicdaroglu kir û her du yan bi hev re banga hilbijartinên pêşwext kiribû.

 

Rudaw

Top