• Thursday, 26 February 2026
logo

Koşka Spî: Neştergerî bo Biden hat kirin

Gulan Media November 25, 2021 Nûçe
Koşka Spî: Neştergerî bo Biden hat kirin

Koşka Spî ragihand; neştergeriya qolon bo Serokê Amerîkayê Joe Biden hat kirin û girêkek ji nava wî hat derxistin.

Li gor daxuyaniya Koşka Spî; girêkek ji nava Joe Biden hatiye derxistin, li gor pêşbîniyên bijîşkên Koşka Spî nexweşiya Biden di siberojê de dibe ku bibe penceşêr.

Koşka Spî eşkere kiriye; bijîşkên Joe biden diyar dikin ku êdî pêwîst nake Serokê Amerîkayê tedawî bibe.

Joe Biden 79 salî ye û weke serokê herî bi temen ê Amerîkayê ye, beriya niha diyar kiribû ku di hilbijartinên sala 2024an de ew ê cardin ji bo serokatiyê, xwe bike namzed.

 

K24

Top