Wezîra Derve ya Swêdê: Ez bi dîtina Serok Barzanî kêfxweş bûm
Wezîra derve ya Swêdê Ann Linde dibêje, ew bi dîtina Serok Mesûd Barzanî kêfxweş bûye.
Wezîra derve ya Swêdê Ann Linde îro li Selahedîn bi Serok Barzanî re hevdîtin kir.
Linde li ser wê hevdîtina xwe twîtek belav kiriye û gotiye, ew bi dîtina Serok Barzanî kêfxweş bûye û daye zanîn, wan li ser dawî pêşhatên ewlehî û siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirine.
Wezîra Swêdî her wiha ragehandiye, di civînê de behsa pêwîstiya çaksaziyê û hemahengî û alîkariya nêzîk û demdirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de jî hat kirin.
Basnews
