Parlementerekî Kurdistanê: Li Silêmaniyê bê hurmetî li alaya Kurdistanê hat kirin
Endamekî parlementoya Kurdistanê ragehand, li bajarê Silêmaniyê di dema xwepêşandana xwendekaran de heqaret li alaya Kurdistanê hat kirin.
Duhî li bajarê Silêmaniyê û çend deverên din yên Herêma Kurdistanê xwendekarên zankoyan li dijî kêmkirin û qutkirina fona alîkariyê xwepêşandan kirin.
Li Silêmaniyê û hinek deveran di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de alozî derket.
Ji aliyekî din, parlementerê Kurdistanê Rêbwar Babkeyî li ser facebooka xwe daye zanîn, duhî li Silêmaniyê heqaret li alaya Kurdistanê hat kirin û li ber piyan hat raxistin.
Rêbwar Babkeyî her wiha gotiye, daxwaziyên xwendekaran rewa ye lê alaya pîroz ya Krudisdtanê ji her tiştekî din rewatir e ji ber ku ala kerameta milet e.
Wî parlementerê Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember wê yekê nîşan daye û gotiye, mixabin li Silêmaniyê ku wek paytexta rewşenbîriyê tê zanîn, bi pilana hinek kes û aliyan bê hurmetî li hember alaya Kurdistanê, ku berhema xwîna şehîdan e, bê hurmetî hat kirin.
Basnews
